Wek ku tê zanîn endamê HUDA PARê û her wiha Serokê Yenî Îhya-Derê Aytaç Baran ji teref PKKê ve di 9ê Hezîrana 2015an de hatibû qetilkirin. Di derbarê vê yekê de doz hatibû vekirin. Di vê bergehê de ev doz îro di Dadgeha Cezaya Giran a 2yem a Qeyserî di saet 10.15an de dest pê kir.
Hat ragihandin ku pîreka Aytaç Baranî, zarokên wî, gelek parêzer û nûnerên STKyan û Serokê Damezrênerê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz beşdarê vê niştinê bûn.
Parêzerê Doza Aytaç Baranî Abdulganî Orhan diyar kir di derbarê vê qetlê de bes kesekî girtiye. Lê divê ku jimara vê girtinê zêdetir bibe. Her wiha Orhan destnîşan kir ku ev cinayet di Komeleya Hemwelatên Wekhev û Azad de hatiye plan kirin û di vê bûyerê de gelek kes alîkariya hev kirine. Ji ber vê yekê divê ku ev kes werin girtin.
Bersûc dê bi konferansa dîmenî re beşdarê niştinê bibe
Bersûcê Doza Aytaç Baranî Diyadîn Gumuşê ku niha di Girtîgeha Osmaniyê de ye dê bi konferansa dîmenî re beşdarê niştinê bibe. (ÎLKHA)