Niştina yekemîn a Doza Cafer Gîzliyî dest pê kir

MÊRSÎN - Niştina yekemîn a Doza Cafer Gîzliyê ku li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê di qampê de ji teref komekî alîgirên PKKê ve hatibû qetilkirin li Mehkemeya Cezaya Giran a Silîfkê dest pê kir.

Niştina yekemîn a Doza Cafer Gîzliyê ku ku li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê di qampê de ji teref komekî alîgirên PKKê ve hatibû qetilkirin di saet 10.45an de li Mehkemeya Cezaya Giran a Silîfkê dest pê kir.

Ji parêzerên dozê Abdulganî Orhan di derbarê mijarê de axavtinekî kurt kir. Orhan destnîşan kir ku Gîzlî ji teref 10 kesan zêdetir ve hatiye qetilkirin lê bes bersûc Mehmet Duman tê darizandinHer wiha Orhan diyar kir ku dê ew wek parêzer niştina yekemîn a Doza Cafer Gîzliyî bişopînin û dê dijayetiyên di derbarê dozê de ragihînin mehkemê.

Tê diyarkirin ku dê parêzer piştî niştinê di derbarê dozê de zanyarî bidin. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê kesê ku qijnik wî gez kiribû mir
Di 3 salên dawî de 51 hezar zarokên ku îltîcayê Ewropayê kiribûn winda ne
Xwendekar û akademîsyenan piştgrîyê dan çalakiyên Xezzeyê yên xwendekarên Amerîkayê
Di lehîya Kenyayê de hejmara mirîyan derket 169an
Rejîma îşxalker welatîyekî Rihayî li Qudsê şehîd kir