Niştina yekemîn a Doza Cefer Gîzliyî hat dîtin

MÊRSÎN - Niştina yekemîn a Doza Cafer Gîzliyê ku ji teref alîgirê PKKyiyan ve hat qetilkirin di Dadgeha Cezaya Giran a navçeya Sîlifkeya Mêrsînê de dihat dîtin qediya.

Niştina yekemîn a Doza Cafer Gîzliyê ku ji teref alîgirê PKKyiyan ve hatibû qetilkirin hat dîtin. Hat ragihandin ji bo ku kêmasiyên vî dozê were qedandin dadgeh niştinê taloqê 16ê Tebaxa 2016an kiriye.

Di niştina ku bersûc Mehmet Duman dihat darizandin de dadgehê biryara domahiya girtina Dumanê da û her wiha dadgehê vî niştinê taloqê 16ê Tebaxa 2016an kir.

Ji parêzerên gilîdar Abdulganî Orhan anî bibîranîn ku Cafer Gîzlî (16) li navçeya Silîfka Mêrsînê di organîzasyona qampê de ji teref alîgirên PKKyiyan ve wek kêrkirî hatibû qetilkirin.

Orhan bal kişand ku êrîşker di qampê de propexendeya PKK kirine. Dûvre Orhan wiha pê de çû: “Di qampa ku 6 roj ajotiye de hertim propexendeya PKKê hatiye kirin, silogan hatine avêtin û merşên PKKê hatine xwendin. Her wiha ciwanan rojek beriya qetilkirina Gîzliyî li devê behrê agir kirine û siloganên PKKê avêtine. Dûvre ji bo ku hikim were kirin li ser navê PKKê gengeşe hatiye kirin. Kesên ku ji vî yekê encam hilnedane çûne sahîlê kevir û çov anîne. Dûvre ev kes bi kevir, çov û kêran êrîş li odeya Cafer Gîzlî û hevalên wî dikin. Ev yek di qemera ewlehiyê de baş tê dîtin.”

Orhan wiha pê de çû: “Wekê ku di qemerê de tê dîtin êrîşa kêr û çovan hatiye kirin. Dema ku Cafer ji bo ku hevalên xwe biparêze derdikeve derve bersûc Duman bi lez direve tê û Gîzliyî wek hedef kêr dike.”

Orhan di derbarê parêziya hûrgiliyên ku di dadgehê de hatiye kirin de wiha axivî: “Ji bo ku hûrgiliyên vî cinayetê were eşkerekirin daxwaziya me çêbû. Bi taybet me îtiraz kir ji 10 kesên ku hatibûn binçavkirin bes kesekî hatiye binçavkirin. Me delîlên di derbarê vî yekê de jî pêşkeşê dadgehê kir. Her wiha xwendekarên ku êrîş li wan hatine kirin wek şahid nehatine guhdarkirin û mamosteyên ku wek şahid nehatine guhdarkirin hene. Me daxwaz kir ku bila ev kes wek şahid werin guhdarkirin.”

Orhan belav kir ku dadgehê dîmenên ku qemereya ewlehiyê daye nîşandan xwestiye. Dûvre Orhan wiha pêde çû: “Her wiha di derbarê rêvebirên qampê de gilî hebûn. Dadgeh di derbarê personelên ku wî rojê berpirsyar û nobetdarbûn de daxwazname nivîsî. Dayîk û bavê Caferî ji kesên ku vê êrîşê lidarxistine û kesên ku îhmalkariya wan heye gilîdar bûn. Me çi hewce dike kir.”

Orhan îfedeya bersûcê wiha ragihand: “Bersûc girtî hinek îfadeyên cuda ji îfadeyên berê da. Bersuc qebul kir ku kêr pê re bû. Wî qebul kir ku ew jî di nav êrîşkeran de bûye. Lê wî diyar kir ku pê bawer nînin gelo Caferî kêr kiriye an ne. Wî got, ‘Heke min lê dabe jî ji bo parêziya xwe lê daye.’” (ÎLKHA)



 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin
Ji Serokê Giştîyê HUDA PARê Yapicioglu peyama 1ê Gûlanê
Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin
Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da