Nivîskar Kepler a Amerîkayî pêvajoya xwe ya qebûlkirina Îslamê vegot

Nivîskar Najla Tammy Keplera Amerîkayî ya ku di malbateke Mesihî de hat dinyayê û dû re Îslamê qebûl kir li Zanîngeha Dîcleyê konferansa bi navê ‘Ji Teksasê ber bi Heqîqetê ve’ da û qala pêvejoya xwe ya qebûlkirina Îslamê kir.

Nivîskar Najla Tammy Keplera ku li Teksasa Amerîkayê wek qîza kovboyekî hat dinyayê li Zanîngeha Dîcleyê konferansa bi navê ‘Ji Teksasê ber bi Heqîqetê ve’ da û qala pêvejoya xwe ya qebûlkirina Îslamê kir.

Kepler di axavtina ku di konferansê kir de diyar kir di fîlman de her tim tê nîşandan ku Amerîkayî bextewar û dewlemend in, lê rewş berewajiya vê rewşê te û li Amerîkayê mişkîleyên gelek mezin ên mîna eraq, tiryak û laq û qîz hene.

“Kitêb dibêje xwarina goştê barazan heram e, digel vê herambûnê çima em goştê barazan dixwin?”

Kepler di berdewama axavtina xwe de diyar kir  jiyana xebatê ya di civaka Amerîkayê de mîna pergala koletiyê ye û dû re rewşê bi mînakan wisa zelaltir kir: “ Încîl bersiv neda pirsên di serê min de. Ez 16 salî bûm û min dest jêpirsîna heyata civakî, dîn û jiyanê kir. Dema ku ez li mektebê bûm her tim tiştinan hînî me dikirin: Dinyaya xwe biguherîne! Min jî qerar da ez xwe biguherînim û dest bi lêgerîna rêyên vê yekê kir. Dibû ku dêr bersiva pirsên min dabana. Ez çûm wê derê û min got ku kitêb dibêje xwarina goştê barazan heram e, digel vê heramiyê çima em goştê barazan dixwin? Kitêb ji me re dibêje rojên şemiyê werin dêrê, çima em roja yekşemê tên dêrê? Bi vî awayî min pirsên hêsan ji wan kir, lê bersiva van pirsan jî nedan min. Ji ber vê dişikestîbûnê ez cardin neçûm dêrê. Belê rêyeke din a ji bo guherandinê hebû û diviyabû ez wê rêyê ditîbana.Ez her şeveq dema ku radibûm min  digot Ya Reb! Tu rêyekê nîşanî min bide.”

 “Min bi Îslamê ku ji min re gotin qenaat nekir û min Îslamê zêdetir lêkolîn kir”

Kepler di berdewama axavtina xwe diyar kir naskirina wê ya Îslamê firseta him xwe him jî guherandina dinyayê daye wê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Heta 3 salan min ji Xweda re dia kir da ku rêyekê nîşanî min bide.Piştî 3 salan Xweda wê rêyê nîşanî min da. Li zanîngeha ku min lê dixwand ne nimêj dikin û ne jî rojî digirt, lê belê ji min re qala  Xwedê û Îslamê dikir. Lê belê min bi wê Îslamê ku ji min re got qenaat nekir û min Îslamê zêdetir lêkolîn kir. Kitêba 40 hedîs wek diyarî da min. Ev kitêb jiyana min seranser guhart. Mirov dikaribû nîv seatê de xelas bike, lê min wê kitêbê bi rojan xwend. Min gelek tiştên mîna Xweda, rojî, nimêj û hwd. hîn bûm û min Hz. Muhammed nas kir. Min tiştê ku ez lê digeriyam dît û ez bextewar bûm.”

Kepler di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî ku ew Îslamê hilbijart re gelek bertekên tund ji teref malbata wê ya Mesihî jê re hatiye dayîn, lê tu bertek wê ji rêya wê venegerandiye.

Kepler di dawiya axavtina xwe de diyar kir piştî ku ew bûye Misliman navê Najla ji xwe re bijartiye û çûye hecê jî.(ÎLKHA)












 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe