Piştî hêzên pêşmergeyan hêzeke zêde şandin Kerkûkê, serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî hewara xwe gihand serokê parlamentoya Iraqê Usame Nûcêfî. Malikî daxwaz jê kir ku ji bo aramkirina peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de bikeve dewrê, ji bo wê armancê jî îro Nûcêfî digihe Herêma Kurdistanê.
Serokê parlamentoya Iraqê Usame Nûcêfî di daxuyaniyek ku kopiyeke wê ji Rûdawê re hatiye şandin de wiha dibêje: “Ezê îro biçim Herêma Kurdistanê û ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicivim. Armanca civînê jî nirxandina însiyatîfa ji bo çareserkirina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de pêşkêşîı wî kiriye.”
Nûcêfî dibêje: “Ev serdan li ser daxwaza serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ye ku daxwaz ji min kir ez bi armanca aramkirina rewşê û bi taybet jî piştî belavkirina nûçeya şandina hêzên pêşmergeyan a Kerkûkê bikevim dewreyê.”
Serokê parlamentoya Iraqê Usame Nûcêfî dibêje: “Min di vê derbarê de peywendî ligel Barzanî daniye, wî jî nûçeya şandina hêzên pêşmergeyan a bo navçeyê piştrast kir