Numan Kurtulmuş: Parlementerê HDPyî li Colemêrgê hat binçavkirin

Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş destnîşan kir Parlementerê Colemêrgê yê HDPê Nîhat Akdogan di têketina Colemêrgê de hatiye binçavkirin.

Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş piştî civîna  Lijneya Wezîran daxuyaniyek da.Kurtulmuş di daxuyaniya ku da de destnîşan kir Parlementerê  Colemêrgê yê HDPê  Nîhat Akdogan di têketina Colemêrgê de  hatiye binçavkirin.

Kurtulmuş di berdewama daxuyaniya xwe de wiha destnîşan kir: “Di derheqê 15 parlementeran de qerara girtinê hebû.Heta niha 12 ji wan  hatin girtin.Mehkeme di derheqê 9an qerara girtinê û di derheqê 3an de jî berdana şerta kontrola edlî da.3 parlementer jî firar in. Ji van parlementerên firar, Parlementerê  Colemêrgê yê HDPê  Nîhat Akdogan di têketina Colemêrgê de  hatiye binçavkirin.”

Êrîşa bombeyî ya li Diyarbekirê

Kurtulmuş di berdewama axavtina xwe de di derheqê êrîşa bombeyî ya ku li Diyarbekirê hat kirin de jî wiha destnîşan kir  “Ev êrîşa ku hat kirin ji teref ajanseke xeberan a navneteweyî ve li rêxistineke din a terorê hat malkirin û ji stûyê PKKê hat derxistin.Lê belê di 3 axavtinên telsizan de ji ser kesê bi kodnavê ‘Kemal’ agahî hatin teyîtkirin.Hat teyîtkirin ev êrîş ji teref TAKê ve hatiye kirin."

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye