Nûnerên PDK-Syê HUDA PARê ziyaret kirin

Lijneya nûnerên Partiya Demokrat a Kurdî ya li SûriyêSerokatiya Bajêra Rihayê ya HUDA PARê ziyaret kirin.

Heyeta ku di nav de Berdevkê PDK-S Muslum Muhammed, Dr. Huseyîn, Mamoste Muhammed Salih û Muhammed Abo hebû   Serokatiya Bajêra  Rihayê ya HUDA PARê ziyaret kirin.

Lijneya PDK-S ji teref Serokê Bajêra Rihayê yê HUDA PARê Loqman  Yalçin ve hat pêşîwazîkirin. Di ziyareta ku di avahiya partiyê hat kirin de  meseleya Sûriyê û referandûma ku dê di 25ê Îlonê de li Kurdistana Iraqê hat kirin de gotûbêj hat kirin û Yalçinê Serokê Rihayê yê HUDA PARê ji lijneyê re teşekur kir.

“Em wek HUDA PARê destekê didin temamê heqên Îslamî û însanî”

Yalçin derheqê hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir di ziyareta ku di avahiya partiyê hat kirin de  meseleya Sûriyê û referandûma ku dê di 25ê Îlonê de li Kurdistana Iraqê bê kirin de gotûbêj hat kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:  “ Ji ber ziyareta ku hatiye kirin em kêfxweş û memnun in. Me di hevdîtinê de nêrîna partiya xwe ya derheqê referandûma ku dê di 25 îlonê de li Kurdistana Iraqê bê kirin  de ji wan re eşkere kir.  Ji roja ku  qala referandûma li Kurdistana Iraqê tê kirin vir ve helwesta me eşkere ye  û em derheqê vê yekê vê dibêjin:  Em wek HUDA PARê destekê didin temamê telebên Îslamî û însanî. Helwest û nêrîna partiya me ev e.  Ew qerara ku dê di 25ê Îlonê de ji Kurdistana Iraqê derkeve heqeke Îslamî û însanî ye. Ji ber vê yekê  divê hemû kes li hember wê qerara erênî û neyînî ya ku dê derkeve bi rûmet û rêzdar be. Ez hêvî dikin referandûma ku dê bê kirin de xesseten ji bo gelê Kurdistanê û bi giştî ji bo alema Îslamê bibe wesîleya xêran.”

Heyeta ku di nav de Berdevkê PDK-S Muslum Muhammed derbarê ziyareta ku kirin de diyar kir  ew qedr û qiymetê didin nêrînên HUDA PARê û ew ji ber vê yekê xwestinê bi wan bişewirin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Bila temamê birayên me yên Faris, Ereb û Tirk vê referandûmê qebûl bikin.”

ÎLKHA













İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe