NY: Hejmara sîwîlên ku ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê mirin 9 hezarî derbas kir

Hat ragihandin hejmara kesên sîwîl ên ku ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê dimirin her ku diçe zêdetir dibe.

Derbarê mijarê de ji teref Mîsyona Şopandina Mafên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî ve raporek hat weşandin.

Di rapora ku hat weşandin de debarê mijarê de hat destnîşankirin, hejmara sîwîlên ku ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê mirin 9 hezarî derbas kir û ji vê hejmarê 500 kes zarok in.

Di berdewama raporê de hat destnîşankirin di navbera 24ê Sibata 2022yan û 30ê Hezîrana sala 2023yan de ji ber şer 15 hezar û 993 kes birîndar bûn.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno