NY: Îsraîl gor biryara “Konseya Ewlehiyê” hereket nake

NY, diyar kir ku Îsraîl gor biryara “Konseya Ewlehiyê” ya wek bidawîbûna îşqalkirina axên Filîstînê hereket nake.

Koordînatorê Taybet ê Pêvajoya Aşitiya Rojhilata Navîn ê Neteweyiyên Yekbûyî (BM) Nîkolay Mladenov rapora yekemîn a di derbarê “Îsraîl gor biryara “Konseya Ewlehiyê” ya wek bidawîbûna îşqalkirina axên Filîstînê hereket nake” weşand.

Mladenov, di derbarê mijarê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin eşkere ye ku Îsraîl li ser axê Flîstînê yê ku îşqal dike avakirna avahiyan didomîne.

Mladenov diyar kir ku Îsraîl gor biryara “Konseya Ewlehiyê” hereket nake û li ser axê Flîstînê yê ku îşqal dike avakirna avahiyan didomîne. Mladenovê ku vê helwestê şermezar kir diyar kir ku ev rasterast îhlalkirina hiqûqê ye. (ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin