NY: Li Lîbyayê hejmara kesên mirî û winda û her wisa asta xirabûnê ji ya ku em xeyal dikin zêdetir e

Temsîlkarê Taybet ê Lîbyayê yê Neteweyên Yekbûyî Abdoulaye Bathilyê ku got Lîbya bi tena serê xwe nikare ji bin barê vê lehîyê rabe destnîşan kir “Li Lîbyayê hejmara kesên mirî û winda û her wisa asta xirabûnê ji ya ku em xeyal dikin zêdetir e”.

Abdoulaye Bathilyê Temsîlkarê Taybet ê Lîbyayê yê Neteweyên Yekbûyî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir gelê Lîbyayê di vê qonaxa lehîyê de bûye yek û xwedîtî li hev kiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir “Li Lîbyayê hejmara kesên mirî û winda û her wisa asta xirabûnê ji ya ku em xeyal dikin zêdetir e. Lîbya bi tena serê xwe nikare ji bin barê vê lehîyê rabe.”

Bathily di berdewama xwe de ji wan welatên ku ji Lîbyayê re destê alîkarîyê dirêj kirine re teşekkur kir.

Li Lîbyayê ji ber lehîya ku rabû nêzî 11 hezar kes canê xwe ji dest dan û nêzî 20 hezar kes jî winda bûn.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno