“Obezîte zirarê dide tenduristiya ruhê zarokan”

Pîsporan destnîşan kirin di van salên dawî de li temamê dinyayê obezîte zêde dibe û ev yek tenduristiya însên tehdîd dike. Pîspor her wiha diyar kirin kîloyên zêde dibin zirardîtina xwebaweriyê.

Kesên ku ehlê karê xwe ne diyar dikin obezîte ne tenê li ser mezinan her wiha li ser zarokan jî tesîreke neyînî dihêle. Ji Beşa Nexweşî û Tenduristiya Zarokan a Nexweşxaneya Memorîala Diyarbekirê Pîspor Dr. Ayhan Çerî  qala tesîra neyînî ya obezîteyê ya li ser zarokan kir.

Çerî di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir zarokên qelew  li gor yên ne qelew in zêdetir marûzî mişkîleyên psîkolojîk û mişkîleyên fîzîkî yên tenduristiyê dibin. Çerî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Zarokên qelew carinan jiyaneke bi xwe re lihevhatî diborînin. Encax carinan jî pişta xwe didin dinyayê û bêdeng dimînin û xwebaweriya xwe winda dikin û berê xwe didin xwarina zêde. Bi heman awayî carinan jî dibe ku hevalên van zarokên qelew henekên xwe bi wan bikin. Ev sedem jî dibin sebeb ku  psîkolojiya zarokî/ê xera  bibe.”

Çerî di dawiya axavtina xwe de di derheqê tesîrên neyînê ya obezîteyê ya li ser zarokan de wiha ragihand: “Qelewbûn di zarokan de dibe herimîna xewê û zêdebûna rîska qrîza qelbê.”(ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe