Ocalan carek din banga kongreye kir

Nameya Ocalan di Qada Newrozê ya Amedê hat xwendin. Di nameye de şerê ku ev çil salê dewam diki bi dawî bibe û ji bo çekdanînê carek din bang il kongreye hat kirin.

Ji teref KCD di Qada Newrozê ya Amedêçalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de nameya Ocalan ji teref Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan û Endama Şanda Îmraliyê  Pervîn Buldan bi kurdî, parlementerê HDPÊ  Sırrı Sureyya Onder jî bi tirki hat xwendin. Ocalan di nameya xwe de got, ji bo çekdanînê kongereyek pêwîst e.

Di nameye de Ocalan bal kişand ser pêkhatina mutebaqata Qesra Dolmabahçeyê û ji bo çekdanînê bang li kongreye kir u got:  Li ser vê bingehê, deklerasyona ku ji 10 madeyan pêk tê ya ku li Qesra Dolmabahçeyê ji aliyê me hemûyan va bi awayekî fermî hat îlankirin, me bi pêvajoyeke nû ya li ser bingeha vê deklerasyonê mecbûr dike. Ez vê kongreye pêwîst û dîrokî dibinim.

Ocalan di nameyêda wiha got: Di heyama nu de Di vê heyama nû da, di nav Komara Tirkiyeyê da, li ser bingeha welatîtiya makezagonî û azad, wek civakeke demokratîk û xwedî nasnameya demokratîk, pêvajoya jiyana di nava biratî û aştiyê da dest pê dike.

Di aliyê din de jî, divê hevserokê HDPyê Selahattin Demirtaş  wek axiftvan beşdarî bernameyê bûya lê Demirtaş beşdarê bernameyê nebû û ne axivî. Kursîya ji bo Demirtaş hatibu cîhkirin vala ma. (İLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar