Ofîsa hikûmeta Kurdistanê li Qahîre tê vekirin

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwziya sefîrê Misirê li Iraqê Şerîf Şahîn kir.

Şahîn ku dawî li karê wî li Iraqî hatiye, serokwezîr jê re di wezîfeyên nû de serkeftin xwest.

Barzanî diyar kir ku Şerîf şahîn roleke baş di pêwendiyên di navbera Misir, Iraq û herêma Kurdistanê de lîst û hêvî kir ku wê rola xwe berdewam bike, bi taybet di pêwendiya di navbera Misir û herêma Kurdistanê de, û got ew pêwendî dîrokî ne.

Sefîr got, ewê amadekeriyê dikin ku di demeke nêzîk de ofîsa hikûmeta Kurdistanê li Qahîre vekin, ev jî dibe ofîsa yekemîn ya hikûmeta Kurdistanê li welatên Erebî.

Her wiha li ser wê yekê hate rawestandin ku di dema pêş de serokwezîrê Kurdistanê serdana Hewlêrê bike. avestakurd

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin