Omer Beg! Gelo Tu Dibînî?

Midûrê Te Guhnade Qanûn û Rêziknama Wezareta Te.

Li gor xeberan hat diyar kirin ku li İntabê li mehela Şahînbeyê li mekteba Turktepê, midûr Orhan Usta, guhnade qanûna wezareta perwerdehiya mîllî, li mektebê ji hîcab û tesetturê ewqas veciniqiye, radibe bi hinek teleban lêdanê li xwendekara sernixumandî dide kirin.

Xwendekara bihîcab Sedanûr Ağsû, ji çaxa ku mekteb dest pê buye, ji teref midûr beg ve di oda rehbertiyê de di tecrîdê de dimîne. Îdara mektebê nahêle ku têkeve dersan, nikare ji qantînê tiştekî bikire, xeberdana bi xwendekarên din re jî jê re yesax e.

Li gor xeberan hat gotin ku dilê midûr bi van boykotan jî rihet nebuye, bi hinek telebên din lêdan li Sedanûrê daye kirin. Tê gotin ku midûr wan teleban bi van gotinan teşwîkî lêdanê kiriye “Ev xwendekar ji Sûriye hatiye. Mîlîtan e. Dixwaze min û mektebê têxe bin zoriyê. Li wê xin da ku careke din neyê mektebê” Gava weliyê Sedanûr van gotina ji midûr dipirse, midûr weha cewab dide “Min ox û çê û xweş kiriye.” Der heqê meselê de midûr nexwest qezetevanan bibîne û cewaba pirsê wan bide.

Sedanûr Ağsû, ji ber lêdana li xwe ji nexweşxanê raporek wergirt. Weliyê wê jî midûr Orhan Usta gilîkir. Serekê komela Mazlûm-Der a şûba İntabê Ebdurrehîm Çelîk û berdevkê Platforma azadî û heqên însanî Mehmet Faîk Doğan, ji Sedanûr û weliyê wê û ji xwendekarên der û dor agahî girtin û van kirinan bişîddet şermezar kirin. Ebdurrehîm Çelîk wiha beyan kir “Em vê kirina ku bîna îdeolojiyê jê tê şermezar dikin û ji bo rakirina vê zulmê wezîrê perwerdehiyê û midûrê perwerdehiyê yê bajêr gazî mesûliyetê dikin.”  Berdevkê platformê Faîk Doğan jî da zanîn ku wê heta dawiyê teqîbkerê meselê bin.

Li ser meselê hinek kesan wiha got “Gelo li mektebê qanûna midûr tê meşandin yan a Omer Dînçer beg?” (bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be