Operasyon û Girtin

5 Kes, Bi Îddîa Mensûbtiya El Qaîdeyê, Hatin Girtin

Berî niha li bajarên Batman, Mêrdîn û İntabê, ji teref hêzên emniyetê, bi îddîa El Qaîdeyê operasyon hatibû rast kirin. Di operasyonan de 13 kes hatibûn desteser kirin.

Piştî ku li sewcîtiyê îfada xwe dan, ji wan 5 kes bi îddîa mensûbtiya El Qaîdeyê hatin girtin. 8 kesê din jî, bi awayî bêgirtî mehkeme bibin, hatin berdan.

Wekî tê zanîn, hêzên emniyetê gelek caran, li ehlê dîndar bê sûcên xuyanî, operasyona rast dike. Berê jî li İntabê, Edenê, Konyayê, Stenbolê û Bûrsayê jî, bi îddîa El Qaîdeyê, li ser însanên dîndar operasyon rast kiribûn. Ji wan gelek, piştî sewcîtiyê hatibûn berdan.

Li aliyê din hat gotin ku mehkûmek edlî, ji hepsa Bîngolê reviya ye. Ji bo girtina mehkûmê fîrar, lêgerîn û lêpirsîn dest pê bû. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin