Operasyon û Sabotaj Millet Perîşan Dikin

Millet dixwaze karûbarê zivistanê bike. Feqet ji ber operasyonê eskeriyê û tehdîtên PKKê, nikare tiştekî amade bike.

 Millet dixwaze karûbarê zivistanê bike. Feqet ji ber operasyonê eskeriyê û tehdîtên PKKê, nikare tiştekî amade bike. Milletê herêmê xisûsen ehlê gundan, ji bo zivistanê amadehiyan bike, li gor dewletê alîkariya terorê dike. Eger daxwazên PKKê red bike, li ba PKKê xaîn tê hesibandin û perîşan dibe.

Li Şirnexê û Wanê dîsa li mekteba sabotaj hat kirin û hatin şewitandin. Millet û xwendekaran gazin kirin ku sûcê wan çi ye.

Mehkema Erzeromê li 4 PKKyiyan, ceza muebbetê birî. Hat diyar kirin ku her çar mensûbên PKKê, tevlî êrîşa tabûra Dağlica ya Hekarî bûne. Ebûqat û parêzerên 9 kesa, daxistina ceza xwest. Mehkemê li 4 kesan ceza muebbetê birî. Wekî tê zanîn di 21 Cotmeha 2007an de êrîş li tabûra Dağlicayê hatibû rast kirin. Di şer de 12 esker hatibûn kuştin.

Li aliyê din li Şirnexê 12 mensûbên PKKê, xwe teslîmî eskeriyê kir. Li gor îddîa walîtiyê, 12 mensûbên PKKê, ji partiyê qetiyane û do xwe berdestî hêzên emniyetê kirine. Der heqê wan de lêpirsîn dest pê kir.

Li Guruna navçeya Siwasê jî, wesaîta ku mehkûm ji Diyarbekir sewkî Sîlivriyê dikir, qelibî. Di qezayê 8 esker û 4 mehkûm birîndar bûn. Birîndaran rakirin nexweşxana dewletê ya Gurunê. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin