Operasyona Abbas
Hêzên Mahmût Abbas 60 Mensûbên Hamasê Gırtın
Xeberan diyar kir ku hêzên îdara Mahmût Abbas, li bajarê Şerîaya Rojavayê 60 endamên Hamasê desteser kirine. Di nav wan de aktîvîst Fûad Hafeş jî heye. Fûad serekê merkeza lêkolîna heqên însan û hêsîran ya Ehrarê ye. Ji ber vê yekê gelek aktîvîst dest bi greva birçîbûniyê kir.
Berpirsiyarên Hamasê îfade kirin ku di nav wan de, hinek mesûlên Hamasê, aktîvîstên ciwan û xwendekarên zanîngehan yên li herêma Şerîa Rojavayê hene.
Merkeza Ehrarê desteserkirina van kesan şermezar kir û wiha diyar kir “Roja ku Hafeş hat girtin, girtiyên Fîlîstînê yên di hepsên îşgalkerê siyonîst Îsraîl de dest bi greva birçîbûniyê kirine. Em meraq dikin. Gelo ji dêlava van aktîvîstan ku mudafaa hêsîrên Fîlîstînê dikirin destek bidana hêsîran, girtina wan ji teref hêzên Mahmût Abbas ve çiqas mentiqî ye?”
Hat îfade kirin ku Fûad Hafeş û gelek aktîvîstên din, dest bi greva birçîbûniyê kirine.