Operasyona Li Ber DHKP-C

Nêzî 3 hefte berê mensûbekî DHKP-Cyê, bi bomba êrîşî sefaretxana Emrîka ya li Enqerê kiribû. Piştî êrîşê li ber vê orgutê operasyon hatin li dar xistin.

 Nêzî 3 hefte berê mensûbekî DHKP-Cyê, bi bomba êrîşî sefaretxana Emrîka ya li Enqerê kiribû. Piştî êrîşê li ber vê orgutê operasyon hatin li dar xistin. Çend roj berê li 27 bajaran, bi talîmata sersewcîtiya cimhûriyetê ya Enqerê, operasyon hatin rastkirin. Di operasyonan de 168 kes hatin desteserkirin.

Hat îddîakirin ku, gelek kesên desteserkirî memûrên saziyên dewletê ne. Di nav wan de memûrên Saziya sîgortayê, mamoste, diktor, hemşîre û xebatkarên belediyê jî hene. Operasyon bi piranî li Stenbol, Enqerê, Îzmîrê hatibûn rastkirin.

Li aliyê din li ber van operasyona, li Hatayê ji mensûbên KESKê komek bi sloganan meşiyan. Polîs ne hişt ku bimeşin. Bi gaza îsotê mudaxela protestoyê kir. Hinek protestovanan jî, polîs dan ber keviran. Serekê sendîkayê ya şûba Hatayê Îbrahîm Sayman xwest ku, hevalên wan bên berdan. Di hadîseyan de 2ê wan polîs 3 kes sivik birîndar bûn. Li Edenê jî hinek mensûbên KESKê, bi sloganan beyanata medyayî kirin.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin