Li Mêrsîn û Wanê li hember rêxistina KCKê, operasyon hatin rast kirin. Li Wanê, sereka meclîsa giştî ya bajêr Semîra Varli, alîkarê serekê belediyê Selîm Bozyîğît û serekê BDPê ya bajêr Yakûp Ateş jî di nav wan de 12 kes hatin desteser kirin.
Operasyon di çarçova lêpirsîna sersewcîtiya Wanê de, danê sibehê hat li dar xistin. Polîsên hereketa xisûsî jî tevlî operasyonan bûn. Kesên hatin desteser kirin, piştî kontrola sihhetê, ji bo îfadeyê birin emniyetê.
Her wiha li Mêrsînê jî li gelek edresan operasyon hat kirin. Di operasyonan de, 8 kes hatin binçav kirin. Hat îddîa kirin ku kesên hatine desteser kirin, di hinek protesto û meşên bêdestûr de rol girtine. Berî niha jî li Wanê li depoyên belediyê lêgerîn hatibû kirin û hinek malzemên ji bo meğdûrên zelzelê hatibûn girtin. www.bangaheq.net