Bi koordînasyona midûriya giştî ya emniyetê, li 28 bajaran li ber grûba DHKP-Cyê, operasyon hatin lidarxistin. Operasyon di serî de li Enqerê, Stenbol, Îzmîr, Bûrsa û Edenê bi temamî li 28 bajaran hatin rastkirin. Girtina ser gelek edresan qewimîn. Bi temamî 167 kes hatin desteserkirin.
Li Stenbolê nêzî 50 kes hatin binçavkirin. Operasyon dewam dikin, dibe ku hejmara girtiyan zêde bibe. Li Îzmîrê polîs girt ser 10 edresan. Li merkeza Îzmîrê 7, li navçeyên Torbali û Tîreyê 3, li Entelyayê 2 û li Aydinê jî 3, bi temamî 15 wezîfedarên memûr hatin binçavkirin.
Li Mêrsînê di operasyona li ber DHKP-Cyê de, 8 kes hatin desteserkirin. Ji wan 3 heb memûr in û hinek jî îdarevanên orgutê ne. Li Enqerê jî li merkeza giştî ya KESKê û li gelek deverên din, lêgerîn hatin kirin. Ji bo 33 kesan qirara binçavkirinê hatiye derxistin. Her wiha polîs girte ser malên ku êrîşkerê DHKP-Cê Ecevît Şanli li wan dima. Li Bûrsayê jî 16 kes hatin desteserkirin.
Di çarçova lêpirsînê de li Çanakkaleyê 3 kes, li Akşehîr û Beyşehîr û Ilginê jî 4 memûr hatin desteserkirin. Li Kocaeliyê jî diktorek hat girtin. Li Tekîrdaxê serekê Eğîtîm Senê hat binçavkirin.
Bangaheq