Di çarçoveya operasyonên guhdarkirina ğeyrî qanûnî ya rêxistina paralelê de, li 13 bajaran operasyon hat lidarxistin. Merkeza operasyonê Îzmîr bû.
Di operasyonan de ji 32 mensûbên ewlekariyê ku der heqê wan de qirara binçavkirinê hatibû dayîn 25 polîs hatin binçavkirin. Ji bo 7 kesan jî qirara desteserkirinê hat dayîn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, heftaya borî derket holê ku rêxistina paralelê hin kesan guhdar kiriye û li ser vê ji 50yê zêdetir kesî ji bo destpêkirina lêpirsînê, serî li Sersewcîtiya Cimhûriyetê ya Îzmîrê dan. Li ser gilî û gazinan, sersewcîtiyê lêpirsîn da destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de Îzmîr, Stenbol û Yalova jî di nav de bi tevahî li 13 bajaran, di heqê 32 kesan de qirara lêgerînê derket û operasyon hat rastkirin. Di operasyonê de 25 polîs hatin binçavkirin.
Çınarın Sesi