Ordiya Esed Har Buye

Hêzên Esed Li Derayê Qetlîam Rast Kirin: Zêdeyê Sêsedî Kuştî

Xeberan îddîa kir ku hêzên Esed, piştî Derayê xistin bin kontrola xwe, dora du sed kesî bi înfazê dane kuştin.

Deraya nêzî Şamê, bi rojan ji teref helîkopter û teyarên herbê yên ordiya Esed ve, dihat bombardiman kirin. Dûre jî hêzên Esed, operasyona bejayî rast kiribûn. Ordiya Esed, piştî li Derayê kontrol xistin destê xwe, gelek kes înfaz kirine. Hat îfade kirin ku di hundirê malan de, li kuçan zêdetirî cesedên zêdeyê sê sed kesî hatine dîtin.

Li aliyê din, li bajarên din jî di navbera muxalîf û eskerên ordiya Esed de, şer dewam dike. Gelek kes hatine kuştin û yan jî birîndar bûne. Li Şamê şer ber bi merkezê ve belav dibe. Hat îddîa kirin ku muxalîfan helîkoptereke ordiya Esed xistine. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be