Ordîya Esed li beldeya Turkmen Barîha li bakurê Helebê û li gundê Dabikê, êrîşa hewayî rast kir. Di êrîşê de 23 kes hatin qetilkirin.
Helîkopterên artêşê bi ser beldeya Turkmen Barîha li bakurê Helebê de bombeyên warîlê barandin. Di êrîşa hewayî de 13 kesan can dan.
Hat dîyarkirin ku di binê enqaza xanîyên ku di êrîşê de xerabûne de gelek kesên candayî û birîndar hene. Ekîbên parastinê yên sivîl xebatên xwe yên rizgarkirinê dewam dikin.
Teyarake herbê ya artêşa Esed, bi ser gundê Dabikaya li bakurê bajêr de jî bombeyên vakûmê barandin. Di êrîşê de ji ‘eynî malbatê 10 kesan can dan.
Di ğeraja derîyê sînor yê li navçeya Azezê ya ku di sînorê Tirkîyede ye, wesaîteke bombebarkirî teqîya. Hat ragihandin ku di encama teqînê de gelek mirî û birîndar hene. Di hedîseyê de hinek wesaît şewitîn û kesên birîndar derbasî Tirkîyê kirin.
Çınarın Sesi