Miftiyê Wanê Nîmetullah Arvas beşdarî bernameya danasîna ‘Projeya Wan Dixwîne’ bû. Arvas di bernameya ku beşdarî bû de axavtinek kir û balan kişande li ser hewildanên tahrîfkirina Îslamê û wiha axivî: “Oryantalîst dînê Îslamê û mijarên wê yên siyasî, tîcarî û civakî xistine hedefên xwe û ji salên 1500î vir ve ji bo Îslamê tahrîf bikin hewil didin Erebî hîn bibin.”
“Oryantalîzm meseleyên bi baweriya Îslamê re xistiye hedefa xwe”
Arvas di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir hinek fealiyetên Xiristiyanan li dijî alema Îslamê hene û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dagirkirin, bi xebatên misyoneriyê Xiristiyankirin û di baweriyê de teredut û şibheyan çêkerin ji van fealiyetan hinek in. Di van pêlên dawî de xebera van fikr û ramanên ku îtîqada Îslamê kirine hedefa xwe tên guhên me. Oryantalîzm meseleyên bi baweriya Îslamê re û mijarên wê yên siyasî, tîcarî û civakî xistiye hedefên xwe û ji salên 1500î vir ve ji bo Îslamê tahrîf bikin hewil didin Erebî hîn bibin. Ji ber ku zimanê Qur’anê Erebî ye ji xwe re kirine armanc ku Erebî tehrîf bikin.” (ÎLKHA)