Otobûsa ku kesên diçûn cenazeyê tê de bûn qelibî: 26 birîndar

Li Yozgatê, otobûsa ku kesên diçûn cenazeyê tê de bûn qelibî, di encama qezayê de 3 jê giran tev de 26 kes birîndar bûn.

Qeza, li nêzê Olukozûya li navçeya Akdagmadena ser rêya Sêwas-Yozgatê pêk hat.

Otobûsa aîdê Şaredarîya Keçîorena Enqereyê, di seatên êvarê de şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û qeza kir.

Di encama qezayê de 3 jê giran tev de 26 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar ji teref ekîbên 112yê ve hatin rakirin nexweşxaneyê.

Hat destnîşankirin ku otobûs, kesên ku ji Enqereyê ji bona cenazeyê diçûn Sêwasê tê de bûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"