Otobusa rêwiyan gindirî şarampolê: Miriyek, 24 birîndar

Li ser Rêbeja Erzîncan-Erzeromê ji ber ku şofêr hakimiyeta dîreksiyonê winda kir otobusa rêwiyan gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 24 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li ser Rêbeja Erzîncan-Erzeromê ji ber ku şofêr hakimiyeta dîreksiyonê winda kir otobusa rêwiyan gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 24 kes jî birîndar bûn.

Qeza îro derdora seat 07.00an de li ser 50emîn kîlometreya Rêbeja Erzîncan-Erzeromê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin otobusa bi plaqeya 25 EV 625  ji ber ku rê qeşa girtibû şofêr hakimiyeta dîroksiyonê winda kir û otobus gindirî şarampolê. Di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 24 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin