Otobûsa rêwîyan û tir li hev qelibîn: 1 mirî, 32 birîndar

Li Xarpêtê otobûsa rêwîyan û tirek li hev qelibîn, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 32 kesan jî birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya gundê Hatsaburê Meletî-Xarpêtê pêk hat.

Otobûsa ku di bin kontrola B.D. de bû û ji Stenbolê diçû Çewligê, ji paş ve li tira ku di bin îdareya N.T. de bû qelibî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên polês, cenderme û îtfaîye hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 32 kesan jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"