Otomobîl li traktorê qelibî: 2 kes mirin 3 kes birîndar bûn

Li Wêranşara Rihayê otomobîleke ku malbat di nav de bû ji paşve li traktorê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 kes birîndar bûn.

Qeza li ser 13emîn kîlometreya Rêbeja Wêranşar-Diyarbekirê pêk hat.Li gor agahîyên ku hatine wergirtin Otomobîla ku ji Wêranşarê ber bi Diyarbekirê ve diçû û ajokara wê Sabhat Şeyhan bû  ji parşve li traktoreke ku tepikên înşaatê di nav de bûn qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de Mahîr Şeyhan û dêya wî Husna Şeyhan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan  û ajokar Sebahat, Gulbahar û Fatmagul Şeyhan jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û cenazeya kesên mirî jî hatin rakirin mirîxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA





İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin