Daîra cezayê ya 9an ya Yargitayê qirar da ku kesên di protestoyên bêdestûr de, di xwepêşandanên PKKê de serçavê xwe bipêçe, wê ceza lê bên birî. Yargitay îfade kir ku rewşa kesên wiha nakeve nav çarçova azadiya fikir û kesên wiha wê ji pakêta 3an a yargiyê jî îstîfade nekin.
Li aliyê din di parastina bi zimanê dayikê de jî qirarên ğerîb hene. Ji bo parastina bi zimanekî ğeyrî Tirkî, wê lîsteyên tercumanan ji teref mehkemeyan bên amade kirin. Bersûc, wê ji wan tercûmanan yekî ji xwe re bineqîne û perê tercuman jî ewê bidê. Wê lîsteya tercumanan, piştî ku qanûn derket, herî dereng di hukmê mehekê de, li gor rêzikname bên tesbît kirin.
Mehkeme jî wî bi Tirkî bê qeyd û zebt kirin. Bersûc bi zimanekî din parastina xwe bike jî, wê tercuma parastina wî ya bi Tirkî bê qeyd kirin. www.bangaheq.net