Hat gotin ku pakêta edlî ya 4an, roja duşemba bê, wê here ber destê heyeta wezîran. Di pakêtê de gelek guhertinên esasî hene.
Di qanûna cezayê de, bendên 6 û 7ên maddeya 220î tên guhertin. Di bendên 6 û 7an de wiha dihat gotin “Kesek ne mensûbê orgutekê be, lê li ser navê orgutê sûc bike, wê ji mensûbtiya orgutê jî ceza bigre. Kesek ne daxilî hiyerarşiya orgutê be, lê bi zanebûn û xwestin alîkariya orgutê bike, wê mîna mensûbê orgutê ceza bigre.”
Tê gotin ku, hukmê “mîna mensûbê orgutê tê cezakirin” ya her dû bendan, di pakêta çaran de tê rakirin. Di pakêtê de, cezakirina xisûsiyetên şexsî û peyvên ku bi sûcê re ne têkildar in, radibe. Tevgerên ku teşwîkî sûc û şîdetan nakin, êdî wê sûc neyên qebûlkirin. Di îşkence û me’mela xerab de, demborî radibe.
Her wiha cezayên eskeran, telebên tehliye yên di qonaxa lêpirsîn û taqîbatê de, guhdarîkirina besûc û qirara rewşa girtîbûna wî, şertên îstîfadekirina ji alîkariya edlî jî, di pakêtê de cîh digrin.
bangaheq