Pangalos: “Me Bi Hezaran Camî Xera Kirine"

Serekwezîr Receb Erdoğan beyan kiribû ku, wê karibin avakirina camiyê ya li Atînayê fînanse bikin.

 Serekwezîr Receb Erdoğan beyan kiribû ku, wê karibin avakirina camiyê ya li Atînayê fînanse bikin. Li ser vê beyanê wezîrê karên derve yê Yewnanîstanê yê kevn Theodoros Pangalos jî, di qezeta To Vîmaya ku 110 hezar tîraja wê heye de, maqaleyek nivîsand. Di nivîsara xwe de li xwe mikurî ku, eser û xatiratên Osmanî yên li Yewnanîstanê, sîstematîk hatine xerakirin. Bi vî awayî bi hezaran camiyên Osmanî jî hatine xerakirin, ji wan tenê pir hindik li ser piya mane.

Pangalos ji teref Tirkiyê ve parastina dêran jî pesinand. Her wiha Pangalos xerakirina eserên Osmanî rexne û tenkîd kir. Diyar kir ku, li Tirkiyê dêr aktîf û vekirîne. Pangalos da zanîn ku, li herêma Attîkayê ya ku nifûsa wê 4 milyon e û 100 hezar musluman lê dijîn, lê belê ji wan camiyeke ji bo îbadetê tune ye û eger camî neyê avakirin, dibe ku ji teref mehkema Ewrûpa ya heqên însanan ve bên cezakirin.

Wekî tê zanîn 6 meh berê muslumanên Atînayê, ji hikûmetê avakirina camiyekê xwestibûn û diyar kiribûn ku, eger camî neyê avakirin, wê muracaetî mehkema Ewrûpayê bikin.

bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar