Vatîkanê lîderê nû yê alema Katolîkê hilbijart. 115 kardînal di cara 5an ya dana rayê de, lîderê nû yê katolîkan hilbijart. Kardînalê Arjantînî Jorge Mario Bergoglio(Yorg Maryo Bergogliyo) bû papayê 266an.
Ev serê du roja bû ku, papa nedihat hilbijartin. Ji kuleka Şapelînê duyê reş bilind dibû. Îro duyê sipî bilind bû. Papayê 76 salî, navê Francis hilanî û bû lîderê katolîkan.
Li aliyê din li Hollandayê raporek hat weşandin û gelek deng da. Lewra rapor li ser dêra ye û behsa xerabiyên keşeyan yên li qîzan kirine dike. Tê gotin ku li ser mektebên ku, bi dêran ve girêdayî ne lêkolîn hatiye kirin. Rapor dide nîşan ku ji 1945an vir ve, bi deh hezaran qîz marûzî zulma keşeyan bûne. Hat gotin van zulm, heta salên paşîn jî dewam kirine. Her wiha di raporeke din de tê beyankirin ku, di mektebên katolîk de, zarokên kur jî marûzî zulmê bûne. Heta salên dawîn nêzî 20 hezar xort marûzî zulm û tecawizê bûne.