Par Rûsya Gelek Îhlalên Heqên Însanan Pêk Anîne

Teşkîlata şopandina heqên însana ya navnetewî, der heqê Rûsyayê de raporekê amade kir. Di raporê de bal hate kişandin ser îhlalên heqan yên par.

 Teşkîlata şopandina heqên însana ya navnetewî, der heqê Rûsyayê de raporekê amade kir. Di raporê de bal hate kişandin ser îhlalên heqan yên par. Ji teref Rûsya îhlalkirina heqan yên di rapora han  de, di medya Rûs de jî gelek cî girt. Di raporê de tê beyan kirin ku par ji bo Demokrasiya Rûsyayê, salek pir xerab bûye û otorîteya rejîma Rûsyayê xurtir bûye.

Di raporê de tê gotin ku ji alî îdarevanên Rûsyayê, fikrên azadî yên siyasî bêtir hatine sînorkirin. Medya di bin zordayînê de ye. Li ser medyayê sansur hatiye tetbîqkirin.

Her wiha li bakurê Qafqasyayê, rewşa welatiyan pir xerab e. Lê vê herêmê her roj însan tên revandin, wezîfedarên emniyetê îşkence dikin, li ser muslumanên dîndar te’de û zorbatî zêde bûne. Li Çeçenîstanê Remezan Qadîrov, li malbat û merivên mucahîdan, cezakirina komî bikar tîne. Dîsa li bakurê Qafqasyayê, temsîlkarên medyayê nikarin fikrên xwe serbest bêjin. Gelek qezetevan, bi îddîa ku xwedî fikrên mûxalîf in, hatine kuştin. Ji wan qezetevan Hecî Mûrat Kemalov tê nimûnandin.

Li ser rapora teşkîlatê, wezareta karên derve ya Rûsyayê tepkî nîşan da. Berdevkê wezaretê  îddîa kir ku gelek îddîayên raporê rastiyê nîşan nadin. Rûsya her çi qas li ser raporê îtîraz bike jî, çavkaniyên herêmê beyan dikin ku, li Rûsyayê îhlalên heqên însana zêde ne.

bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar