Teklîf û pêşnûmayê der heqê parastina bi zimanê dayikê û hevdîtina mehkûman bi kufletên wan re de, di komîsyona edaletê ya meclîsê re derbas bû. Bi vê pergal û rêkûpêkkirina tê amadekirin, eger bibe qanûn, kesên derkevin mehkemê, wê karibin bi zimanê dixwazin, bi wasîteya tercumana parastina xwe bikin. Lê wê îddîaname bi Tirkî bê nivîsandin.
Teklîf li gor maddeya 202an ya qanûna mûhakema cezayê tê amadekirin. Bi vî awayî rê li ber parastina bi Kurdî jî vedibe.
Di pergal û teklîfê de tê îfade kirin ku wê mehkûm, ji 3 mehan carekê, eger bixwazin wê karibin bi kufletê xwe re, ji 3 saetan heta 24 saetan di odekê xisûsî de hevdîtinê pêk bînin. Ji bo vê ya jî, plana guhertina di qanûna înfazê de tê kirin. Şertê hevdîtinê, halê baş yê di hefsê de ye.
Her wiha di teklîf û pergalê de, ji bo mehkûmên zêdenexweş jî, hinek rêkûpêkkirina vedihewîne. Mehkûmên wiha nexweş, wê bi rapora tibba edlî û bi destûra walî, li memleketê xwe li ba merivekî xwe tedawiyê bibîne.
Hat îfade kirin ku teklîf û pêşnûma, wê di hefta pêş de here ber destê heyeta giştiya meclîsê. www.bangaheq.net