Parastina Bi Zimanê Dayikê Bû Qanûn

Teklîf û pêşnûmayê ku, rê dida parastina bi zimanê dayikê, û hevdîtina mehkûma ya bi kufletên xwe re, di heyeta meclîsê de hat qebûl kirin û bû qanûn.

Teklîf û pêşnûmayê ku, rê dida parastina bi zimanê dayikê, û hevdîtina mehkûma ya bi kufletên xwe re, di heyeta meclîsê de hat qebûl kirin û bû qanûn.

Li gor qanûnê wê bersûc karibe mudafea xwe bike, bi wî zimanê ku wê karibe xwe pê qenctir îfade bike. Kesê bi Tirkî nizanibe, wê îmkan û derfeta tercumanê jê re bê dayîn. Mehkûmê nexweş û seqet yê ku, nikaribe di hepsan de bi serê xwe bijî, û ji ewlehiya civakê re nebe tu talûke, heta ku baş bibe wê înfaza wî bê taloq kirin.

Her wiha li gor qanûnê, mehkûmên zewicî yên di hepsên girtî de, herî dereng ji 3 mehan carekê, wê karibin bi kufletên xwe re, ji 3 saetan heta 24 saetan bi tenê bimînin. Wê dema ziyareta hefteyî jî, heta 2 saetan bê dirêj kirin. Ji dêlava ziyareta girtî, wê ya vekirî bê kirin. Ziyaretên hefteyî yên neyên kirin, wê herî zêde karibin yên sê hefteyan, li ser hev bikar bînin. Car û dema xeberdana bi telefonê ya hefteyî jî, derdikeve 2 qatan.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar