Parlamenterên HUDA PARê li Meclîsê posterên Şehîd Henîyye û Yahya Sînwar vekirin

Di rûniştina taybet a Xezzeyê ya ku di Sazîya Giştî ya Meclîsê de hat lidarxistin de parlamenterên HUDA PARê posterên Şehîd Îsmaîl Henîyye û serokê nû yê HAMASê Yahya Sînwar vekirin.

Serokê Dewleta Fîlîstînê Mahmud Abbas di Meclîsê de xîtab kir.

Abbas, dema ku xîtab dikir li pîya hat çepikkirin, parlamenterên HUDA PARê jî li cîhê xwe rûniştin û posterên şehîd Îsmaîl Henîyye ku di sûîqestekî xaînî ya rejîma îşxalker de şehîd bûbû û Serokê Biroya Sîyasî ya nû ya HAMASê Yahya Sînwar vekirin.

Ji axavtina Mahmud Abbas re li ser medyayên civakî gelek bertek hatin nîşandan, hereketa parlamenterên HUDA PARê ku posterên Şehîd Îsmaîl Henîyye û serokê nû yê HAMASê Yahya Sînwar vekiribûn bi şanazî hat pêşwazîkirin.

Di sireyên Partîya Seadetê de jî hat dîtin ku posterên Îsmaîl Henîyye û rehmetî Erbakan Xoce hatibûn vekirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno