Parlementerê Entabê Şehzade Demîr: HUDA PAR ew ê ji bo tesîskirina biratî, yekîtî û digelhevîyê bixebite

Şehzade Demîrê Parlementerê Heyama 28emîn ê Entabê û Sekreterê Giştî yê HUDA PARê piştî encamên ne fermî yên hilbijartinan daxuyanîyek da.

Xelqê eleyeke zêde nîşanî ji hilbijartina Şehzade Demîr re nîşan da û berê xwe da avahîya Serokatîya Bajêr ê Entabê. Parlementer Demîr li avahîya partî ji xelqê re xîtab kir û ji kesên ku hatine re teşekkur kir.

Demîr di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, HUDA PAR ew ê li Meclîsê bibe dengê heq û heqîqetê û dûre wiha got: “ Em ê destekê bidin temamê kar û xebatên ku li menfeata xelqê be.Her çi li dijî menfeata gel be em ê bibin dijberê wê. HUDA PAR ew ê her tim dîsa bibêje edalet. Ez hêvî dikim encamên hilbijartinê bibe wesîleya xêran. Ew ê HUDA PAR di navenda siyaseta Tirkîyeyê de gelek tiştan biguherîne. Em ê di gera duyemîn de jî dîsa destekê bibin Serokomar Erdogan.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"