Parlementerê Mêrsînê Faruq Dînç mazbataya xwe stand

Parlementerê HUDA PARê Faruq Dînç bi merasîma ku li Lijneya Hibijartinê ya Bajêr a Mêrsînê hat lidarxistin mazbataya xwe ya Parlementerîya Heyama 28em stand.

Dînçê ku di merasîma hat lidarxistin de mazbataya xwe ya Parlementerîya Heyama 28em stand ji welatîyên ku deng dane wî û ji teşkîlata partîyê re teşekkur kir.

Dînçê ku mazbataya xwe stand derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî û destnîşan kir: “A niha me mazbataya xwe stand. Ji welatê me re bi xêr be. Bi vê wesîleyê bi izna Xwedê em ê ji Mêrsînê û ji temamê welêt re xizmetê bikin. Ji bo problemên welatîyan bên çareserkirin em ê bixebitin.Di vê pêvajoya hilbijartinê de em li rasta gelek zehmetîyan hatin. Êrîş li me hat kirin û derheqê me de derew hatin gotin. Digel van hemd ji Xwedê re me mazbataya xwe girt. Digel van îdraqên qirêj welatîyên me em tercîh kirin û em wek hêvîyekê dîtin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?