Parlementerên HUDA PARê li Entab û Malatyayê çûn serdana erdhejzedeyan û derd û kulên wan guhdar kirin

Parlementerên HUDA PARê yên Mêrsîn û Entabê Şehzade Demîr û Faruq Dînç li li Entab û Malatyayê çûn serdana erdhejzedeyan.

Şehzade Demîrê Parlementerê HUDA PARê li Entabê çû serdana erdhejzedeyan û derd û kulên wan guhdar kir. Di dema ziyaretê de Demîr destnîşan kir, ew ê her tim xwedîtî li erdhejzedeyan bikin heta ku problemên wan bi dawî bibin û ew ê ti car nehêlin ti kes ji ber deng dane Koma Tifaqê li erdhejzedeyan heqaretan bikin. Demîr dûre wiha got: “Ev tiştên ku di rojên dawî de pêk tên em xemgîn kirin. Li dijî wê zihniyeta ku heqaretan li erdhejzedeyan kirin bertekeke tund heye.”

Parlementerê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruq Dînç jî li Malatyayê çû serdana erdhejzedeyan. Dînçê ku erdhejzedeyan ziyaret kir derd û kulên wan guhdar kir û got: “Me li navenda Malatyayê derd û kulên welatîyên xwe yên ku ji erdhejê zirar dîtine guhdar kir û pirs hal û wextê wan kir. Niha pêdivî welatîyan bi lez li malan heye. Em ê hewl bidin da ku ev avahî berî kêlîkê bên xelaskirin û welatîyên me di wan de bên bicîkirin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Du gumanbarên têkiliya wan bi êrîşa li ser cihê kar a li Dîyarbekirê re hene hatin girtin
Li nêzîkî gundê Çinarê 2 otomobîl serî bi serî li hev ketin
Li navçeya Ulukışla ya Nîxdeyê, di qezaya trafîkê de welatiyê me yê ji Çinarê bi giranî birîndar bû
Li Behra Reş ÎHAyek ku ji bin kontrolê derketibû hat xistin
Li Erdexanê berfa ku dibare tesîra xwe didomîne