Partîya Doza Azad: Kurdî divê bibe zimanê duyemîn a fermî

Cîgirê Partîya Doza Azad Zekeriya Yapicioglu di daxuyanîya ku da de derheqê zimanê Kurdî de destnîşan kir, pêwîst eku Kurdî bibe zimanê duyemîn a fermî.

“Divê nasname û zimanê Kurdî di makeqanûnê de bê nasîn”

Yapicioglu derheqê zimanê Kurdî de ji K24 re nirxandinên balkêş kir. Yapicioglu di daxuyanîya ku da de destnîşan kir: “Me berî niha çendîn caran destnîşan kir pêwîst e  ku Kurdî bibe zimanê duyemîn a fermî.  Dema ku me partîya xwe damezrand di bernameya me ya partîyê de çend xalên sereke hebûn ku yek ji wan jî meseleya Kurdî ye. Divê meseleya Kurdî bê çareserkirin. Ji bo çareserkirina wê jî divê nasname û zimanê Kurdî di makeqanûnê de bê nasîn.Biya me ji bo vê meselê dewlet ji ber tiştên ku berî niha li gelê Kurd hatine kirin bi şikleke fermî ji Kurdan lêborîna xwe bixwaze. Em van tiştan vaye nêzî deh salan e ku li her derî dibêjin. Bi izna Xweda ew ê xebatên me yên bi vî awayî berdewam bikin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qezaya trafîkê de doktorekî jiyana xwe ji dest da
Li Dîyarbekirê şeş ​​kesên firarkirî ku ji ber sûcên cûrbecûr dihatin lêgerîn, hatin girtin
Weqfa Êtîman li Kenyayê emelîyeta Kataraktê pêk anît
Li Hîndistanê fîlên wehşî 5 kesan kuştin
Teqemenîyên ku li Xezzeyê neteqîyane can digrin