Partîya Doza Azad malbatên ku hisûmet di navbera wan de hebû li hev anî

Serokatîya Bajara Diyarbekirê ya Partîya Doza Azad bi navbeynkarîya rîspîyên herêmê li Çinarê du malbatên ku hisûmet di navbera wan de hebû li hev anî.

Berî vê 20 rojan li gundên bi navê Êxlîya û Baluça Çinara Diyarbekirê di navbera du malbatan de ji ber nîqaşeke ku derket hisûmet çêbû. Serokatîya Bajara Diyarbekirê ya Partîya Doza Azad bi navbeynkarîya rîspîyên herêmê li Çinarê du malbatên ku hisûmet di navbera wan de hebû li hev anî.

Serokê Komîsyona Lihevanînê û Alîkarê Serokê Bajara Diyarbekirê yê Partîya Doza Azad Elî Dogan derbarê lihevanîna ku hat kirin de destnîşan kir: “Hewl hat dayîn pevçûna ku ji ber sedemeke ku biçûk pêk hatibû tê de kesek birîndar bûbû berî ku mezin bibe bê bidawîkirin. Di navbera terefan de mirin pêk nehat û berî ku mezintir bibe dawî bû ku ev yek jî lutfa Xweda ye. Ji ber vê yekê em ji Xweda re hemd dikin. Me li vê derê di hizûra şahidan de ji her du terefan soz stand ku ew ê êdî li hember hev nebin xwedî kîn û nefret.  Em cardin îlan dikin, hemd ji Xweda re ku hisûmeta di navbera malbatan de bi dawî bû.”

Di merasîma lihevanînê ya ku hat kirin de Hecî Hadî Guçerê ji rîspîyên herêmê axavtinek kir û derbarê mijarê de destnîşan kir: “Em ji bo hisûmeta di navbera malbatan de bi dawî bikin li vê derê civîyane.Em tev bira û cîranê hev in. Hemd ji Xwedê re hisûmeta di navbera malbatan de bi dawî bû û lihevhatin çêbû.”

 








İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

34 mirî, 5 hezar û 635 birîndar
Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç ziyaret kirin
Li Entelyayê di mezinahîya 4,3yan de erdhej
Weqfa Sêwîyan li Wanê alîkariya cil û bergan kir
Agirê ku li Êlihê di malekê de derketibû ji aliyê xelkê deverê ve hate vemirandin