Partiya Doza Azad Teşkîlata Xwe Ya Stenbolê Vekir

Teşkîlata Serokatiya Bajarê Stenbolê a Partiya Doza Azad, bi merasîma li bînaya Serokatiyê a li Fatîhê vebû.

Teşkîlata Serokatiya Bajarê Stenbolê a Partiya Doza Azad, bi merasîma li bînaya Serokatiyê a li Fatîhê vebû.

Ji gelek qezayên Stenbolê konvoyên wasîteyan bi rê ketin û hatin ber Serokatiya Bajarê Stenbolê a Huda Parê a ku li ser ce’da Fewzî Paşa ye.

Di vebûnê de, Serekê Giştî yê Partiyê Mehmet Huseyîn Yilmaz, alîkarên wî Bahattîn Temel, Saît Şahîn, Mehmet Yavûz, Hasan Aşkin, Îsa Aydin, Zekeriyya Yapicioğlû û ‘Ebdurrehman Cens amade bûn. Digel wan gelek endamên partiyê jî tevlî merasîma vebûnê bûn.

Merasîma vebûnê bi tîlaweta Qurana Pîroz destpê kir. Pey re Serekê Bajarê Stenbolê yê Partiyê Mehmet ‘Elî Gönül xeberdanek kir.

Pey wî Serekê Giştî yê Partiyê Huseyîn Yilmaz jî xeberdanek kir. Huseyîn Yilmaz mizgînî da ku li 41 bajarî teşkîlatên xwe temam kirine û go: “Emê ji bo ku aşîtiya civakî, ‘edalet, biratî bê bidestxistin û ji bo ku dewlet û sîstem bi girîgiyên gel re li hev bê bixebitin.” BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar