Partiya Doza Azad / Xuda-Par

Hereketa Mustezefan Navê Partiya Xwe Diyar Kir

Hereketa Mustezefan navê partiya xwe ya siyasî diyar kir. Hat beyan kirin ku navê partiya hereketê “Partiya Doza Azad” e. Bi kurtahî Xuda-Par e.

Ji mensûbên damezrînerê hereketê Seîd Şahîn, der heqê partî û teşkîlat û xebatên damezrandina partiyê de, ji qezeta Doğruhaberê re xeber da. Seîd Şahîn wiha diyar kir “Emê di meha Kanûnê de, muracaeta xwe bikin û înşallah mucadela xwe bi riya partiyê dewam bikin. Partî ewilî wê ji 30 mensûbên damezrîner bê avakirin. Paşê wê heyeta îdarê, heta kongreyê xebatên xwe bidomîne û ji nav xwe qedroya îdareyê hilbijêrîne. Niha em li ser kaxezê, li ser tesbîtkirina qedroyên teşkîlatên bajar û navçeyan dixebitin. Em dixwazin şertên ketina hilbijartinên mehelî yên di peş de temîn bikin. Ji ber vê yekê jî, em li ser teşkîlatbûniyan disekinin.”

Seîd Şahîn li ser mesela tesetturê jî xeber da “Patiya AKPê, ev sê dewre bi rayên xelkê musluman li îktîdarê ye. Terciha millet ji ber ku zulm û meğdûriyet, berî niha AKPê jî dîtibû. Belkî halê xelkê musluman fêm bike ray dabûnê. Feqet hikûmet li mekteban tesetturê yesax kir, millet heyirand. Di dewrên dawî de AKP muhafiztiya sîstem û Kemalîzmê dike. Guhnade xwestinên millet.” www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar