Hevpeyvîn: Dilxwaz Behlewî
Koln (Rûdaw) - Serleşkerê Lîwaya Mişel Temo ku hêzên wî ligel Artêşa Azad li bajarokê Serê Kaniyê ligel Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di şer û pevçûnan de ne, di vê hevpeyvîna telefonî ligel Rûdawê de behsa wê yekê dike ku ji ber çi dixwazin herin Serê Kaniyê û raya wan çi ye derbarê PYDê de û partiyên kurdî bi giştî. Usame Hilalî ciwanekî 29 salî ye û endamê Şepêla Pêşerojê ye ku Mişel Temo serkirdayetiya wê dikir. Hilalî li ser eşîra Mehlemî ye ku hinek ji wan xwe weke Ereb dibînin, lê Usame weke Kurd û bi navê Kurdan dipeyve.
Hejmara endemên me jî niha 425 e
Rûdaw: Kengî Lîwaya Mişel Temo hate damezrandin? Û gelo hebûna we di qadê de heye?
Usame Hilalî: Kurd ji roja pêşî de beşdarî şoreşa Sûriyê bûn û roleke wan ya hêja di vê şoreşê de hebû, lê bergiriya wan ji rejîmê re sala 2004ê destpêkiribû, dema ku Kurd bi raperîna xwe li dijî rejîma Sûriyê rabûn. Û ji ber ku em beşek ji şoreşa Sûriyê ne, me biryar stand ku em Lîwaya Mişel Temo pêk bînin, bi mebesta bervedêriya Kurdan û rûxandina rejîmê. Her ev Liwaa Mişel jî ji nêzîkî salekê ve çêbûye û hejmara endemên me jî niha 425 e.
Ji bo çi we hêza xwe bi navê Mişel Temo bi nav kir?
Pakrewan û serok Mişel Temo piştî derketina wî ji zindana rejîma Esed yek ji wan pêşengan bû ku bo rûxandina rejîmê bang kirin. Pakrewan Mişel Temo sembolek bû bi helwestên xwe yên lehengî li dijî Beşar El Esed û rejîma wî ya xirab. Herwiha hêz bi navê wî hate bi nav kirin da em bidin ser rêbaza wî ya xurt ji bo rûxandina rejîmê.
Em ji bo rizgarkirinê ketin bajarê Serê Kaniyê
Mebesta we ji derbasbûna nav bajarê Serê Kaniyê çi ye?
Em ketin bajarê Serê Kaniyê ji bo rizgarkirina vî bajarî ji destê rejîma Esed û dabînkirina kenarê zindî ji bajarê Helebê re û me jî hevkarî bi Artêşa Azad re kir ji bo em ji qurreyên ji vê artêşê re teqez bikin ku em di vê şoreşê de beşdar in û me ji bo rizgarkirina Sûriyê xwîn rijandiye, daku em di pêşerojê de karibin doza mafên xwe yên kurdî bikin. Her emê hemû bajarên kurdî ji rejîma Beşar Esed rizgar bikin.
PYD derbasbûna Artêşa Azad red dike
Lê Kurd derbasbûna Artêşa Azad red dikin.
Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û baskê wê yê leşkerî ew in yên ku derbasbûna Artêşa Azad red dikin, ji ber ku ew bi rejîmê re alîkar in û ew dijî şoreşa Sûriyê kar dikin. Û bêhtirîn miletê kurd li Sûriyê bi derbasbûna Artêşa Azad re ye û bi rizgarkirina xwe ji dest rejîmê re ne. Herwiha kolana Kurdî bi derbasbûna Artêşa Azad re ye.
Hûn rola PYD di şoreşa sûrî de çawa dibînin?
PYD û YPG û yên peyrewên wê ne bûne Şebîhe (çete) yên rejîmê, ew li şûna wê şer dikin û çek û rextên wê bikar tînin û bi karê revandin û tirsandina hemwelatiyên ku derdikevin xwepêşandana radibin û hemû miletê Sûriyê ji karê wan bêzar in û Beşar Esed jî di gotara xwe ya dawî de spasî ji wan re şand. Ev partî bi revandina serokê Yekîtiya Hêzên Demokrat ên Kurd, Cemîl Omer Bavê Adil, rabû û di nav danûstandinên fermî yên di navbera serokê Encûmena Şoreşê li Hisiçayê, Hesen Ebdulla, û PYDê de gotin: Mamoste Cemîl Omer Bavê Adil li Qendîlê ye. Herwiha ew bi revandina endamê nivîsgeha siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Partî) mamoste Behzad Dorsin jî rabûn.
Mixabin partiyên kurdî partiyên kertonî ne
Hûn rola ENKSê çawa dibînin?
Mixabin partiyên kurdî partiyên kertonî ne û tiştek ji miletê kurd re pêşkêş nekirine. Ew ji 40 salî de xebatê ji bo mafên rewşenbîrî dikin û dawiyê tiştek bi dest nexistin. Nema baweriya me bi rola partiyan tê. Rol niha ji kolana kurdî re ye, ewe ya ku li dijî rejîmê rabûye.
Gelo hûn bi Artêşa Azad re rêxistinê dikin? Û alîkariyê ji kîjan derê werdigirin?
Em peyrewên Encûmena Leşkerî ya Şoreşgerî ne, bi serokatiya Hesen Ebdulla. Û em alîkariyê ji kesekî wernagirin û hemû piştgiriya me ji nav me tê, bi rêya destdanîna ser çekên artêşa rejîmê re ye.
Nerîna we li ser şerên ku li gundê Gir Zîro di navbera YPG û hêzên rejîmê de dibin çi ye?
Tiştê ku li Gir Zîro dibe temsîliyeke eşkere di navbera YPG û hêzên rejîmê de ye û ti şer di navbera wan de tine. Lê şer di navbera YPG û Şebîheyên Ereb de heye ji bo destdanîna ser hin xalên kontrolê di gund de.
Grûpên Islamî yên tundrew di qada Sûriyê de gellekî belav bûne. Gelo hûn ji vê diyardeyê natirsin?
Bereyên îslamî wek bereyên din ên ku nûneriya civaka sûrî ya plûralîst dikin. Ji ber vê yekê em di qadê de ne û em şer dikin daku di qadê de hebin û karibin mafên xwe yên kurdî yê rewa di hundirê Sûriya yekgirtî de bi dest bixin. Û çi beşê derveyî desthilata Artêşa Azad e, em alîkariyê pê re nakin.
Newaf Raxib Elbeşîr bi komên çekdar re li Serê Kaniyê şer dike. Gelo hûn pê re didin û distînin?
Newaf Raxib Elbeşîr ramaneke neteweyî urûbî (erebperest) xweperist radike, û em bi vî rengê nêrînan re nadin û nastînin. Em Sûriyeke demokratîk a plûralist dixwazin ku dema Beşar Esed a sitemkar bi dawî bîne û me biguhêze ber bi civakeke azad û bexşende de.