Partîyên Kurdistana Başûr ji bo kongreya HUDA PARê peyam şandin

Yekgirtûyê Îslamîyî Kurdistan û Bizûtnewey Îslamîji bo kongreya HUDA PARê peyam şandin.

Berî vê du rojan Kongreya Mezin a Asayî ya 4emîn a HUDA PARê hat lidarxistin. Partîyên siyasî yên ku li Kurdistana Başûr xebatên xwe dikin ji bo kongreya HUDA PARê peyam şandin.

Yekgirtûyê Îslamîyî Kurdistan:

Ji birayê we ji bo we silav û hûrmet…

Ji ber minasebeta kongreya ku hûn li dar dixin ez ji dil û can we tebrîk dikim. Ez ji Xwedayê ku Rebbê aleman e daxwaz dikim ku hûn di kongreya xwe de û him jî dikarên xwe yên bê yên partîya xwe de bi ser bikevin.

Ez hêvîdar im ku têkilî û pêwendîyên navbera me pêşvetir biçin.

Cardin we pîroz dikim û bo we serkeftinê daxwaz dikim.

Yekgirtûyê Îslamîyî Kurdistan

Peyama Bizûtnewey Îslamî:

Li ser navê Rêberê Giştî yê Bizûtnewey Îslamî, lijneya birêveberîyê û temamê endamên wê…

Ji ber minasebeta 4emîn kongreya partîya we, ez we ji dil û can pîroz dikim û ez Xwedayê mezin daxwaz dikim ku hûn bigihijin wan hedefên ku we di kongreya xwe de ji bo Îslam, ummet û millet danîne.

Em temamê endamên we yên berê û nû tebrîk dikin.

Bizûtnewey Îslamî …

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Meteoroloji ra xebara barano şidetın u fırtınay
Çima piştî paşîv û fitarê lênêrîna diranan girîng e?
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, ji ber berfa zêde perwerde hat sekinandin
Li Pasûrê ekîbeke ji 165 kesan pêk tê li pey kalekî windabûyî digere
Li Çinarê di qezayeke trafîkê de 3 kes birîndar bûn