Patronê xwe yê berê û 2 hevalên xwe kuşt û întîhar kir

Li Antalyayê karkerekî restorantê ji ber ji kar hat derxistin patronê xwe û 2 hevalên xwe bi tivinga pompeyî kuşt û întîhar kir.

Li navçeya Konyaaltiya Antalyayê xebatkarek ji ber ji kar hat derxistin patron û hevalên xwe bi tivinga pompeyî kuşt û dûre întîhar kir.

Bûyer di derdora seat 10.30an de qewimî û gelek polês û ekîbên tenduristîyê sewqî cîyê bûyerê hatin kirin.

Digel hemî midexeleyên ekîbên 112 yên acîlê 4 kesên birîndar  jîyana xwe ji test dan.

Midûrê Emnîyetê Celal Ûzûnkaya hat ciyê bûyerê û agahî girt. Ûzûnkaya îfade kir ku: “Şexsê bûye sedema vê bûyerê berî niha di sala 2011an de li Mûşê di heqê wî de ji endamtîya terorê îşlem hatîye kirin.”

Saddam Korkmazê 26 salî yê wezîfedarê pakêt û servîsê bû li gor îddîaya çend roj berê bi patronê xwe re xire cir kiribû û ji kar hatibû derxistin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin