PDK: PKK pirsgirêkan derdixe

Berdevkê fermî yê PDKê Mehmûd Muhammed destnîşan kir PKK li cihê ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên me alîkariyê bike, ew bi xwe jî pirsgirêkan ji Herêma Kurdistanê re derdixe.

Berdevkê fermî yê PDKê Mehmûd Muhammedê ku li Hewlêrê beşdarî bernameya bîranîna Mela Mistefayê Barzanî bû  axavtinek kir. Muhammed di axavtina xwe ya ku kir de  nexasim di derheqê aloziyên li Şingalê de û bi giştî li ser bûyer û geşedanên  herî dawî yên li Kurdistana Iraqê de nirxandinan kir.

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê  Mehmûd Muhammed di axavtina xwe de wiha  axivî: “Ew bûyer û geşedanên  ku li Şingal, Qendîl, Mexmûr û cihên din qewimîn, ji bilî mişkîle û probleman ji bo  Herêma Kurdistanê, tiştek din nînin.”

“Alîkarî kirin cuda ye û mudaxelekirina karên me yên navxweyî  û xwe wek xwediyê van deran zanîn cuda ye”

 Berdevk Muhammed di berdewama axavtina xwe de diyar kir PKK ji dewleta netewî   bawer nake û wiha axavtina xwe  zêde kir: “ Realîteya vê heremê heye, her çend ku ev gotin nexweş e jî, lê belê li her çar parçeyên Kurdistanê rastiyên cuda cuda hene û  divê ev li ber çavan werin girtin. Ji ber vê yekê alîkarî kirin cuda ye û mudaxelekirina karên me yên navxweyî  û xwe wek xwediyê van deran zanîn cuda ye.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe