PDK û YNK ji bo meseleya Bexda û Hewlêrê civîyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bona ku biryarên dawî yên Bexdayê yên li dijî Herêma Kurdistanê û civîna çaverêkirî ya di navbera Hewlêr, Bexda û Emrîkayê de nîqaş bikin li Silêmaniyê civînek çar alî li dar dixin.

Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro şemiyê piştî nîvro li Silêmaniyê civînek li dar xist. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, digel hejmarek endamên Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) beşdarî civînê bûn.

Li gorî agahiyan, di civînê de li ser hewldanên hevbeş ji bo gihîştina helwesteke yekgirtî ya Herêma Kurdistanê li hember pêşketinên dawî yên li Bexdayê were sekinandin û tekez li ser wê yekê hat kirin ku divê hemû çareserî li ser bingeha diyalog, pabendbûna bi federalîzmê û destûrê bin. (ÎLKHA)
https://ilkha.com/kurdi/rojev/pdk-û-ynk-bo-meseleya-bexda-û-hewlêrê-civîyan-578730

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Panc kesî birîndar bîyî
Projeya kana madenê ya li gundê Husîka yê Çinarê hat betalkirin
Biryara Îtalya û Kanadayê ya li ser qedexekirina hîcabê
Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 74.790 kesan
Li Dîyarbekirê rojên dawî yên demsalê