PDK û YNK: Xweserî mafê xelkê Kurdistanê ye

PDK û YNK îro bi mijara serxwebûna Kurdistanê hatin bal hev, di daxuyaniya hevpar a ku di encama civînê de hat dayîn de hat destnîşankirin xweserî mafê xelkê Kurdistanê ye.

Civîna di navbera PDK û YNKê de di pêşîvantiya Serokê Herema Kurdistanê Mesûd Barzanî de li Pîrmamê hat kirin. Di encama civîna ku nêzî 3 seatan berdewam kir de daxuyaniyek hevpar hat dayîn.Di encama daxuyaniyê de hat destnîşankirin xweserî mafê xelkê Kurdistanê ye.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku li ser malpera fermî ya PDKê hatiye weşandin de hat diyarkirin xweserî mafê xelkê Kurdistanê ye.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin mesela xweseriya Kurdistanê pir hûr û kûr hatiye nirxandin û herdu aliyan biryar daye bi awayeke cidî li ser mijara referandûmê weke mijareke neteweyî û niştîmanî kar bikin.  Her wiha herdu alî dê  komîsyoneke hevbeş pêk bînin da ku ligel aliyên siyasî û neteweyî yên Kurdistanê ji bo pêkanîna komîteyeke hevbeş, diyarkirina dem û mekanîzmaya çawaniya referandûmê danûstandinan bikin.

Her wiha di daxuyaniya hevpar a ku hat weşandin de di derheqê bilindkirina Ala Kurdistanê ya li Kerkûkê de hat diyarkirin bilindkirina Ala Kurdistanê ya li Kerkûkê yasayî ye.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin