PDKê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicoglu tebrîk kir

Elî Huseyînê Berpirsê Pêwendîyên Bi Gel a PDKê li Zekerîya Yapiciogluyê ku ji Serokatîya Giştî yê HUDA PARê re hat hilbijartin gerîya û peyama tebrîkirinê ya Mesûd Barzanî jê re anî zimên.

Li gorî agahîyên ku ji rayedarên HUDA PARê hatine wergirtin di hevdîtina ku hat kirin de Elî Huseyînê Berpirsê Pêwendîyên Bi Gel a PDKê destnîşan kir, ew li ser navê Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî digere.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, Elî Huseyîn her wisa destnîşan kir, Mesûd Barzanî bi xwe ew ê li Yapicioglu gerîyabana, lê ji ber geşedanên dawî yên li herêmê fersend nedîtîye ku ji ber vê yekê ew wekîltîya wî dike û peyama wî ya tebrîkê ji bo Yapicioglu tîne zimên.

Di hevdîtina ku hat kirin de Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê jî ji bo Mesûd Barzanî ji ber Pêşmergeyên ku hatin qetilkirin daxwazên xwe yên tazîye û şînê vegot û Elî Huseyîn jî li ser navê Barzanî tazîyeya wan qebûl kir.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye